Nihat Kavşut
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Eyda Remezanê peyam da.
Erdogan di peyama xwe ya Eyda Remezanê da û wiha got: "Di têkoşîna em di rêya yek netewe, yek ala, yek welat û yek dewletê da dimeşînin heta bi ser nekeve ji me ra sekan û bêhnvedan tuneye. Îradeya gel û hêzên me yên ewlehiyê di vê mijarê da nîşan dide çavkaniya pêbawerî û kelecana me ye. Berxwedana ku Tirkiye li hember lîstik û senaryoyan dide berhema gel e ku dest daye destê dewletê."
Serokomar Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir em dizanin li Sûriye û Iraqê çi diqewime û wiha got: "Em haj pê hene li Sûriye û Iraqê, li herêmê çi lîstin û senaryoyên krîzê tên kirin. Lê bila hemû kes vê rastiyê jî bizane. Kes nikara bi van lîstîkan Tirkiyeyê têk bibe, Trirkiye dewleteke mezin e. Kesên dibêjin ku wê bi van kemînan me teslîm hildin bila bizanibin ku em ê herdem bersiva wan li sehayê bidin."
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Kesên çav berdane yekîtiya ax û yekîtiya gelê me û dildar û kirêdarên wan çaxê xeletiya xwe fehm bikin wê êdî ji bo wan dereng be."