24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
BÎNGOL
Li Gênca navçeya Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da endamên rêxistinê teqemeniya berê kiribûn erdê teqandin û ji ber teqînê 3 leşker birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê li Yeniyaziya gundê Gêncê dijî PKKyê derketin operasyonê û hat diyarkirin operasyon hê dewam dike.
Li gor agahiyan di operasyona dijî PKKyê da endamên rêxistinê teqemeniya berê kiribûn erdê teqandin û ji ber teqînê 3 leşker birîndar bûn.
Hat destnîşankirin leşkerên birîndar bi firokeyê ji ciyê teqînê birin û peyra sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê kirin.
Li gor agahiyan di teqînê leşkerek giran birîndar bû û leşker bi firokeyê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê kirin.
Wek mayîn Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Yavuz Selîm Koşgerê Waliyê Bîngolê û Yusuf Coşkunê Alîkarê Wezîrê Pêşketinê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê çûn serdana leşkerên birîndar.