Muhammet Kurşun
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
MÛŞ
Berî eydê li Mûşê li ber firinên ku nanê tenûrê çêdikin qelebalixiyeke mezin çêdibe.

Nanvanê li Mûşê Sedat Armen, diyar kir ku ji bo daxwazan bicih bînin 10 kes bi şev û roj dixebitin.

Armen got rojane 3 hezar nanî çêdikin û heta eydê dixwazin bigihên 10 hezarî.
Herwiha diyar kir ku ew bi taybetî mûşiyên ku li Stenbol, Îzmîr, Bûrsa û bajarên din ên mezin dijîn siparişan distînin.