20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
MOUNTAIN VIEW
Li Kalîforniaya eyaleta Amerîkayê li bajarê Mountaîn Vîewê ya ku li Geliyê Sîlîkonê ye Serokê DYAyê Donald Trump û koma nijadperest Ku Klux Klan a ku dibêje amerîkiyên çermspî ji reşikan qîmetdartir in, hatin protestokirin.
Komeke bi qasî 500 kesî ya ku gelemperî ji jin û zarokan pêk tê li ber avahiyê Şaredariya Mountaîn Viewê kom bû.
Xwepêşandêran polîtîkayên Trump, bûyerên li Charlottesvîlleyên qewimîn û çalakiyên nijadperest ên ku li welêt çêdibin protesto kirin.
Ji komê Chrîs Phoenîx ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî: "Mirovên normal ji kesên nijadperest mezintir û hêzdartir in. Ez hatim vir nijadperestiyê, çalakiyên çermspiyan û polîtîkayên hikûmetê protesto bikim."
Ji Zanîngeha Stanfordê jî Prof. Cynthîa Baîley Lee axivî û wiha got: "Ez ji her kesî re vê peyamê dişînim ku ez her tim li hemberî tevgerên naziyê me. Ji bo hezkirinê, baweriya Xwedê, parastina civakê û îfadekirina zayendê gelek rê hene. Lê ji bo nefret û faşîzmê rêyek û sedemek divê tunebe."