20 Tebax 2017•Rojanekirin: 20 Tebax 2017
DİYARBAKIR
Li Çêrmûka navçeya Diyarbekirê, 4 sitargehên rêxistina terorê PKKê hatin îmhekirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr ji bo terorîstên PKKyî yên li çoltyera Hênê, Lîcê û Çêrmûkê berteref bikin, teqemenî, cebilxaneya û sitargehên PKKê îmhe bikin, bi navê "Bayrak -58 Şehîd Cenderme Serdar Umît Çelîk" di 18 tebaxê saet 21.00an de operasyon li dar xist.
Di operasyonê da duh li navçeya Çêrmûkê di nav sinorê taxa çoltera Aşagişeylerê 4 stargeh hatin tespîtkirin. Di sitargehan de 7 muhêmatên antîpersonel roketavêj û fîşeka sewqê, 3 muhîmatên antîtank rokatavêj û fîşeka sewqê, 405 fîşekên çekên lule dirêj, 22 tup, 2 hezar û 260 pîl, 35 pirtûkên muxtelîf, gelek cil û berg û amûrên xwarinê hatin tespîtkirin.
Her wiha di çarçoveya heman operasyonê da li nezî Kel Tepeya gundê Kirimê ya navçeya Hênê terorîstek hat berterefkirin her wiha tivingeke piyadê, 5 şarjor, 148 fîşek û 2 bombeyên bidestçêkirî, hatin qefaltin.
- 14 hezar kok kirkirk
Di çarçoveya tekoşîna dijî Narkoterorê, li Licê di nav sinorê taxa çoltera Daralanê li qada 3 hezar û 500 metreqareyî, 14 hezar kok kirkirk û 61 kîlo û 160 gram esrar hatin qefaltin.
Di operasyonê de ji bo 2 gumanbar bên girtin xebat dan destpêkirin
Amûrên xwarinê, cil û berg û kirkirka di opersayonê da hatin qefaltin, bi telîmata dozgeriyê hatin imhekirin, çek, muhîmmat, belgeyên rêxistinê û hişbir jî hatin girtin.