Ahmet Aydın
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
DENIZLÎ
Serokomar Recep Tayyip Erdogan serdana Walîtiya Denizliyê kir.
Serokomar di dema serdanê de ji aliyê Waliyê Denizliyê Hasan Karahan ve hat pêşwazîkirin.
Erdogan dema çûna nav Walîtiyê de silav da mangaya merasîmê ya polîsan.

Di serdana ji çapemeniyê re girtî de ku nêzîka nîv saetê ajot, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Enerjî Çavkaniyê Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî amade bûn.
Herwiha di dema derketinê de Erdogan silav da welatiyên ku li hêviya wî bûn.