22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
BÎNGOL
Hat ragihandin ku li Bîngolê ekîbên şaredariyê di hefteyekî da 17 hezar ton berf ji nav bajêr derxistin dervayê bajêr.
Li Bîngolê piştî berfa ku hefteya borî dest bi baranê kir ekîbên şaredariyê li navenda bajêr xebatên paqijkirina berfê bênavber didomînin.
Halîm Suguyê Wekîlê Şaredar hat hinda xebatên ku li Kolana Egîtîmê dewam dikin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir di hefteya dawîn da bi 6 kamyonan 17 hezar ton berf ji nav bajêr derxistin.
Sugu destnîşan kir ku di nav salên dawîn da berfa herî zêde îsal barî, piştî barîna berfê bi 20 wesayît û 60 xebatkarî va xebatên paqijkirina berfê didomînin û wiha got: "Di van xebatan da me bi 6 kamyonan va 17 hezar ton berf ji nav bajêr barî dervayê bajêr kir. Wek mayîn piştî barîna berfê me hewaya herî sar a salên dawîn dît. Ji bo helandina cemeda rêyan me 2 kamyonan va 120 ton xwê li rêyan reşand. Xebatên me bê kêmasî dewam dikin."