Nihat Kavşut
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji ber îdiayên xwe yên dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xizmên wî ku îdia dikir pere birine Girava Manê 359 hezar lire cezayê tezmînata manewî xwar.
Rûniştina dozê li Dadgeha Hiqûqa Esliyeyê ya 20emîn ya Anadoluyê hat kirin û di dozê da parêzerê Kiliçdaroglu, li ser navê Serokomar Erdogan û xizmên wî parêzer Ferah Yildiz û Abdullah Demirhanê parêzerê Ozdemir Bayraktar hazir bûn.
Dadgehê biryara xwe da û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji ber îdiayên xwe yên dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xizmên wî ku îdia dikir pere birine Girava Manê 359 hezar lire cezayê tezmînata manewî xwar.