Türkan Tosun
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber germê jiyan herçiqas zehmet be jî, germ ji bo pembûyê baş e lewra ji ber tesîra wê pembû biqalîte dibe.
Li Şanliurfayê pembûya wek "zêrê spî" tê binavkirin û welatî pê debara xwe dikin ji ber ku germ zêde ye bi berekt e.
Cotkar bendê ne ku îsal bi saya germê çandiniya pembûyê baştir be.
Hindekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Alk. Dr. Osman Çopur ji nûçegihanê AAyê ra got pembû li cîhanê berekî girîng e û her ku rêjeya nifûsê zêde dibe, xebitandina pembûyê jî zêde dibe.
Çopur got li Tirkiyeyê milyon û nîv ton pembû tê xerckirin, dewlet jî piştgiriyê dide cotkaran ku ew pembûyê bireşînin û wiha dewam kir: "Par ji ber bihayê pembûyê û piştgiriya wezareta me cotkaran berê xwe dan pembûyê. Lê dîsa jî li gor xebitandina me cotkariya pembûyê hindik e. Di avdayînê da hin pirsgirêkên biçûk hene, lê ew ne pirsgirêk in wisa mezin in. Em bendê ne îsal li Tirkiyeyê hilberîna pembûyê zêde bibe."
Çopur ji cotkaran re got bila ew pembûyê ji bixûkan baş biparêzin, dema hewce dike avê bidin û wiha axivî: "Pembû germê hez dike. Li herêmê hewa germ e, bi avdayînê va nem çêdibe ku ev jî ji bo pembûyê pir baş e."
- "Hewaya germ tesîrê li ser qalîteya pembûyê dike"
Abdullah Guçluyê 10 sal in cotkariya pembûyê dike jî wiha got: "Hewaya germ ji bo pembû baş e, tesîrê li ser qalîteya wê dike. Bi piştgiriya dewletê ya baş li herêma me pembû ji bo kelek kesan bû deriyê debarê."
Huseyîn Yildizê li navçeya Akçakaleyê pembû reşandiye jî anî ziman wî îsal pembû reşandiye zeviya xwe û got li gor genim û garis pembû ji bo debarê baştir e.