Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê gund û taxên di heyama rêveberiya DBPyî da ji xizmetên binesazî û rêyan mehrûm mabûn nika bi xebata asfalta germ a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya lê wezifedarî hat kirin dimeşîne va digihîjin rêyên modern.
Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî Cumalî Atîla wekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê wezifedar kir li bajêr xebat dan destpêkirin, ekîbên şaredariyê di çarçoveya xebatan da xencî navend û navçeyan ji bo gund û taxan jî hewl didin xizmeteke baş bikin.
Şaredariyê par 1420 kîlomêtre rê asfalt kir û îsal jî pîlan dike ku 1300 kîlomêtre rêya gundan asfalt bike.
Welatî ji ber ku digihîjin rêyên bi konfor kelecanî dibin û ji bo xebatên şaredariyê yên wan ji derd û pirsgirêkan xilas dikin jî şaredariyê teqdîr dikin.
- "Me zef derd û êş kişand, ji bo van rojan şikir dikin"
Di xebatan da rêya Yolboyî, Kuyusirtî, Guleçoba, Esentepe, Xan û Cumhuriyeta gundên Kayapinarê jî tên ziftkirin.
Cebelî Dîrkolê ji gundê Esentepeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berê rêya wan zehf xirab bû.
Dîrkol got ji ber rêya xirab her tim wesayîtên wan xirab dibûn û dibirin sanayiyê û wiha axivî: "Berê 2 caran rêya me asfalt kirin lêbelê di nav 2 salan da xirab dibû. Ev cara ewil e ku bi asfalta germ rêya me zift dikin."
Dîrkol diyar kir ku berê ji ber rê lastîkên wesayîtên wan diteqiyan, qeza çêdibûn û êdî rê xweş bû û rihet in.
Dîrkol wiha pê da çû: "Me zehf derd û êş kişand, ji bo van rojan şikir dikin. Xwedê ji yên rê çêkirin razî be. Şansê ciwanan zehf e lewra di navbera rêya berê û rêya teze da ferqeke mezin heye. Ev cara ewil e bi asflata germ rêya me çêkirin. Pirsgirêka me ya rê nema."