25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li Sûriyeyê ji bona şerê dijî DEAŞê wiha got: "Hêza me heye em bi tena serê xwe berteref bikin."
Çavuşoglu destnîşan kir ji bo meseleya Yêmenê bangî koma têkiliyê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê kirine ku 10ê rêbendanê li Stenbolê civînekê çêkin.
Çavuşoglu ji bo vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wiha got: "Me bi eşkereyî got ku divê pêvajo feydeyê nede rojeva cudakar ya PYD/YPGyê."
Çavuşoglu destnîşan kir heta ku Amerîka ji Sûriyeyê vekişe bi Washingtonê ra li hev kirine ku nexşerêya Minbicê bê temamkirin.
Çavuşoglu destnîşan kir heger Fransa ji bona parastina YPGyê li Sûriyeyê bimîne ev him feydeyê nade Fransayê û him jî nade YPGyê.