NEW YORK
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya têkiliyên xwe yên li New Yorkê de beşdarî civîna bi sernava "Sûriye: Piştgirî ji Sernerman re" ku li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin bû.
Çavuşoglu di civîna ku bi mazûvaniya Tirkiye, DYA, Îngilistan, Fransa, Îtalya û Almanyayê ve hat kirin de xeberda û bal kişand ser bobelata li Sûriyeyê diqewime û got: "Sedema bobelata li Sûriyeyê rejima Esed e. Heta ku desthilatdarî di destê rejima Esed de be veguherîneke siyasî pêk nayê."
Çavuşoglu li ser rewşa sûriyiyên ku ji ber şer pevçûnê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê jî sekinî û diyar ku ew dixwazin civakên navneteweyî hay ji wan penaberan hebin û li gor wê tevbigerin.