Çavuşoglu ji bo ku beşdarî "Civîna Têkoşîna bi Terorê re" ya ku di çarçoveya têkoşîna bi terorê re de tê lidarxistin bibe, hat Cîddeyê û vir bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Prens Faysal re hevdîtin kir.
Tê gotin ku Wezîr Çavuşoglu wê bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry re hevdîtinên dualî bike.
Digel welatên endamên Konseya Hevkariyê ya Kendavê dê welatên wekî Misr, Iraq û Lubnanê jî beşdarî civînê bibin. Çavuşoglu dê beşdarî civîna ku dê li ser têkoşîna bi terorê re bisekinin, bibe.
Wezîr Çavuşoglu di çarçoveya ziyaretên xwe yên xebatê yên li Rojhilata Navîn de Urdun, Qatar, Bahreyn û Ûmman ziyaret kiribû.