Ekip
24 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
ADIYAMAN
Cigirserokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya der barê Qudsê da got: "Ji endamên Neteweyên Yekbûyî 128 welatiyan bi sekna xwe ya çik va biryara Amerîkayê qebûl nekir. Hesabê şaş ji Qudsê fetilî. Êdî hatiye fêmkirin ku dinya ji yekan mezintir e. Êdî ji vir şûnda edetê 'min kir û lê hat' derbasdar nîne."
Yildirim li Salona Sporê ya Sergirtî beşdarî 6emîn Kongreya Bajêr a Asayî ya Adiyemanê ya AK Partiyê bû û xîtabî partiyiyayan kir.
Yildirim diyar kir ku wan soz daye adiyemaniyan ku wê "Di navbera Golbaşî-Adiyeman-Kahtayê da trena bilez çêkin" û mizgînî da ku îhaleya projeyê hat kirin, cih hat teslîmkirin û pêvajoya çêkirinê dest pê kir.
Yildirim bi bîr xist ku li Meclisê hevîtinên budçeya sala 2018an kuta bûn û wiha dewam kir:
"Ev budçe budçeya duyemîn a Hikûmeta 65emîn, ya 16emîn a îqtidara AK Partiyê ye. Budçeya 2018an derket 763 milyar lireyî. Ev tê çi meneyê? Di 2002yan da budçeya ewil a AK Partiyê 120 milyar lire bû. Nexwe ferqa navbera budçeya me ya ewil û budçeya me ya 16emîn da tam 6 qat e. Va ye ev ferqa AK Partiyê ye. Ev guhertina budçeyê jî dide nîşan ku AK Partiyê ji bo Tirkiyeyê çi qas karên girîng kiriye."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ku piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê di warê têkoşîna dijî terorê da pêvajoyeke serkeftî hat meşandin.
Yildirim diyar kir ku ewê astengiyan yek bi yek hilweşînin û lîstikan yek bi yek têk bibin û wisa li ser rêya xwe bimeşin. Serokwezîr Yildirim got ku ne tenê li nava welat, herwiha ewê li qada navneteweyî jî rastiyan bînin ziman û pişta mezlûm û mexdûran bikin.
- "Hesabê şaş ji Qudsê fetilî"
Serokwezîr Yildirim ji bo biryara NYyê ya der barê Qudsê da jî wiha xeberda, "Ji endamên Neteweyên Yekbûyî 128 welatiyan bi sekna xwe ya çik va biryara Amerîkayê qebûl nekir. Hesabê şaş ji Qudsê fetilî. Êdî hatiye fêmkirin ku dinya ji yekan mezintir e. Êdî ji vir şûnda edetê 'min kir û lê hat' derbasdar nîne. Ji ber ku li Neteweyên Yekbûyî aqlê selîm bi ser ket, li herêmê hêviya aştî û çareseriyê xurt bû. Bi vê biryarê va Qudsê ne tenê rûmeta Filistînê, rûmeta mirovahiyê qezenc kir."
Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Cîgirserokê Meclisê Ahmet Aydin, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş, alîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahîr Unal, Mustafa Ataş, Cevdet Yilmaz, Oznur Çalik, Erol Kaya û parlementerên herêmê û partiyî beşdarî kongreyê bûn.