24 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
HELEB
Di êrîşa esmanî ya ku li Heleba li bakurê Sûriyeyê hat kirin da hejmara sivîlên ku mirin derket 86an û ya birîndaran jî derket 200î.
Necib Ensariyê ji rayedarên ekîbên parastina sivîlan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku abalafirên şer êb artêşa Sûriye û Rûsyayê li bakurê welêt cî û warên sivîlan bomberan dikin.
Li gor agahiyên ku Ensarî da di bombebarandinê da li Bab a di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê da 12, li bajaroka Beştaqîna di bin kontrola muxalifan da 19, li Ensariyê 8, Kelleseyê 4, Katirciyê 7, Bab El Neyrabê 6, Salihînê 5, Meadiyê 3, Terîq el Babê 2, Sahurê 2, Merceyê 1, Kerim Hemûdê 1, Şêx Hadirê 1 û li bajaroka Kefir Hemrayê jî 5 bi tevahî 86 sivîl hatin kuştin. Balafirên şer di şer di ser Sûkkerî, Şear û Mesekîn Hananûyê da jî bombe barandin.
Li Heleba ku êrîşên hewayî yên tund tên kirin da nêzî 200î sivîl birîndar in.
Li gor xebera ku SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya rejimê da hêzên rejimê ji bo hereketa bejayî ya ku bibin ser rojhilatê Helebê amadehiyan dikin.
Rûsya piştgiriyê dide operasyonên rejimê.