24 Îlon 2016•Rojanekirin: 25 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di çarçoveya Herekata Mertala Firatê ya ku berdewam dike de herekata asîmanî ya ku birin ser herêmên Tall Atiyah û El Athariyaha li bakurê Sûriyeyê de 4 kozikên DAEŞê yên ku hatin tespîtkirin îmhe kirin.
Di daxuyaniya ku ji Serokatiya Sererkaniyê hatin dayîn de der heqê herekata asîmanî ya ku di çarçoveya operasyonê hat kirin de agahî hat dayîn.
Li gor vê di encama nirxandina îstixbaratê de bi balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan di navbera saet 18.50-19.00an de gule barandin ser 3 kozikên li herêma Tall Atiyah û kozikeke li herêma El Athariyah ên li bakurê Sûriyeyê yên ku hatin tespîtkirin û kozik hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên ku peywira xwe bi serkeftî bi cî anîn di nav ewlehiyê de vegeriyan baregehên xwe.