19 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ORDU
Kurtulmuşê Alîkarî Serokwezîr got: "Naxêr ew çi dikin bira bikin em ê hînî terorê nebin. Em ê li dijî terorê bêdeng nemînin û tu gavekê paşda neavêjin. Înşaellah emê li rê, çarşî, pazaran jiyana xwe ya rojane bidomînin.
Hewl didin ku pîlana xayîn pêk bînin. Hûn çi bikin berhewa ye, eva mileta tu carî teslîmî defikên we nabe. Eva mileta ew ê destûrê nede tiştên ku teror dixwaze bike. Înşaellah ew ê biratiya xwe ya qedîm têxe ezelî û hetanî qiyametê li vî welatî di nav aştiyê da bi hev ra bijî.
Têkoşîna dijî terorê berpirsiyariyeke milî ye, dibê bi piştavaniya milî, yekîtî û bihevrabûnê va em li dijî derkevin. Dema ku vê dikin jî dibê nebêjin 'lêbelê, gelo' û teredud nekin. Em bagî hemû kesan dikin bira li dijî bûyerên tundiyê, bûyerên terorê, kesên ku dikin, kesên ku didin kirin bi hev ra û tev bigerin.
Em bangî hemû dinyayê dikin. Çawa ku li Tirkiyeyê her kes mecbûr e ku bê hincet li dijî terorê tev bigere dibê hemû welatên dinyayê, dostên me, yên ku em wek dost dizanin jî bi awayekî eşkere li cem Tirkiyeyê bin.
Ez bangî hemû partiyan, bi taybetî jî bangî HDPya ku li hember demokrasiyê di ezmûnê de ye dikim. Roj ev roj e. Beriya ku derkeve holê ku di bingeh û li pişt rêxistina terorê çi heye, bêyî ku bibêjin 'lê, feqet', kujer, fail û kesên ku li pişt terorê ne şermezar bikin û fikr û helwesta xwe nîşan bidin."