08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
ANTALYA
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva li ser êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê bire ser baregeha rejimê wiha got: "Midaxeleya li dijî baregeheke esmanî heger dewama wê neyê, yanê heger ev rejim ji Sûriyeyê neyê dûrxistin tenê wek midaxeleyeke kozmetîk dimîne. 'Me midaxele kir û em sekinîn', ev têrê nake. Ya rast çareseriya siyasî ye û divê demildest li Sûriyeyê hikûmeta berwext çêbe."
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva li Antalyayê di bernameya "Li Pêşeroja Xwe Xwedî Derkeve" ya li Navenda Kongreyê ya Mîmar Sînan bi destê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MÛSÎAD) ya Şaxa Antalyayê hat çêkirin da bi karsazan ra hat bal hev.
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva wiha got: "Înşaellah aştî û îstiqrar bê Sûriyeyê û Tirkiyeyê di karê jinûva avakirina Sûriyeyê da roleke mezin bilîze. Nika hemû dinya fehm dike ku em bi avakirin û pêşxistina herêma ewle va çi dibêjin."