Türkan Tosun
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di nav vê hefteya dawîn da 26 terorîst di operasyonan da hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di navbera 3-10ê Çileya Pêşîn da 2 hezar û 817 operasyon hatin kirin.
- 26 terorîst hatin berterefkirin
Di operasyonan da ji ber ku alîkarî û piştevanî dane rêxistinên terorê, eleqeya wan bi rêxistinan ra heye ji ber sûcên terorê 926 kes (PKK/KCK 175, çepgir 9, DEAŞ 46, FETO/PDY 696), ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê 3 hezar û 290 kes, di çarçoveya têkoşîna koçberiya bêdestûr da jî 187 kes, bi tevahî 4 hezar û 403 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlehiya navxweyî da jê 19 sax, 6 teslîmbûyî tevahî 26 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da li 9 bajaran 40 şikeft û stargeh hatin xerabkirin. 4 teqemeniyên destçêkirî û mayîn, 428 kîlo madeya teqemeniyê hatin îmhakirin. 7 jê giran û lûledirêj bi tevahî 21 çek, 2 bombeyên destan, 2 hezar û 27 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin.
- Operasyonên dijî hişbirê û qaçaxçîtiyê
Di 2 hezar û 321 operasyonan da 900 kîlo esrar, tonek û 417 kîlo eroîn, 3,71 kîlo kokaîn, 17 kîlo benîştê afyonê, 55,1 kîlo kannabînoîda sentetîk, 6,64 kîlo metamfetamîn, 232 captagon, 19 hezar û 982 ecstasy, 2 hezar û 905 dermanên sentetîk, 985 kokên kirkirkê, 268 hezar û 119 pakêt cixareya qaçax, 13 hezar û 872 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî jê 503 li behran, 4 hezar û 567 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Bi îdiaya ku organîzatoriya koçberên bêpergal kirine jî 187 kes hatin binçavkirin.