10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê 6 taxên navçeya Sûrê yên ku di êrîşên terorîstên PKKyî da hilweşiyabûn ji nû va tên avakirin.
Rêxistina terorê 3 sal berê li navçeya Sûrê xendek kolabûn, teqemenî bicih kiribûn û zirareke mezin dabûn navçeyê.
Di êrîşan da 3 hezar û 696 avahî, 17 avahiyên wek abîde hatine tescîlkirin û 638 avahiyên divê bên parastin hatine tescîlkirin zirareke mezin dîtibûn.
- Hezar û 856 mêtro rê hat çêkirin
Taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz piştî ku ji terorîstan hatin paqijkirin li van deran xebatên avakirinê dest pê kiribû.
Li Sûrê kanalîzasyona 12 kîlomêtroyî, xeta ava vexwarinê ya 11 kîlomêtroyî û xeta ava baranê ya 9 kîlomêtroyî hatin nûkirin.
Li der û dora Sûrê hezar û 856 mêtro rê hat çêkirin.
Mizgeftên Hz. Silêman, Şêx Mutahhar, Minareya Çarling jî di nav da 8 berhemên dîrokî hatin nûkirin.
Li Mizgefta Fatîhpaşa (Kurşunlu) û Dêra Katolîk ya Ermeniyan jî di nav da 9 berhemên dîrokî jî xebatên nûkirinê dewam dikin.
Li nava Sûrê hezar û 500 avahî li gor avahîsaziya Diyarbekirê tên çêkirin. Li taxa Hasirliyê ji van avahiyên duqat 44 heb hatin çêkirin, ji bo ku yên din jî bên çêkirin îhale çêdibe.
Kargehên li navçeya Sûrê jî li gor avahîsaziya dîrokî tên modernîzekirin. Li taxên Gazî, Îzzet Paşa û Melîk Ahmetê ji 300î zêdetir kargeh li gor vê avahîsaziya nû hatin nûkirin ku esnaf ji ber vê kêfxweş in.
- "Dirûvê navçeya Sûrê wê pir cuda be"
Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî der barê van xebatan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li navçeyê binesazî, kanalîzasyon, boruyên ava vexwarinê hatine nûkirin, rê hatine çêkirin, kuçe hatine nûkirin.
Çîftçî kêfxweşiya gel û esnafan a ji ber van xebatan anî ziman û wiha axivî: "Hezar û 500 avahiyên duqat wê bên çêkirin. Li Taxa hasirliyê 44 avahî hatin çêkirin, ji bo 570 avahiyan jî îhale hat lidarxistin. Îhale wê heta serê salê temam bibe. Dirûvê navçeya Sûrê wê pir cuda bibe."
Çîftçî got dema xebat temam bûn navçe wê ji hêla turîzm û bazirganiyê va pêşva here.
Qaymeqam Çîftçî got ew nabêjin dêr an jî mizgeft hemû berhemên dîrokî nû dikin û dema xebatên li Birca Bizinan qediyan ewê vê derê jî ji bo ziyaretê vekin.