Cebrail Caymaz, Safiyenur Aydaş
20 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2026
Li Gazîentab û Şanliurfayê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr ji ber germahiya hewayê ya 38 pile hat pîvan û ji ber têhna zêde bêtir tê hîskirin, kuçe û kolan xalî ne.
Ji bo hênikbûnê hin welatî di biniya darên li parqan da rûniştin û zarokan jî xwe dan ber ava fisqîyeyên avdana çîman.
- Şanliurfa
Li Şanliurfaya ku ji bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye, termometreyan 45 pile nîşan da.
Şêniyên bajêr yên dixwazin ji germê muesir nebin, berê xwe didin parqan û her wiha Binkeya Gola Masiyan.
Di kelekela germa havînê da hin welatiyan şemsiye û şewqê bi kar anîn ku ji tavê aciz nebin û her wiha hin zarok jî ketin hewzên xemlê.
Ji ber germahiya hewayê ya zêde hin herêmên bajêr xalî ne.