İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
MALATYA
Ji bo Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyemanê hişyariya bahozê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13em a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê heta sibê li herêmê hewa li Elezîz, Meletî, Tuncelî û Bîngolê pirewrayî, dem bi dem baran, cihên bilind şilope û berf, li Adiyemanê jî pirewrayî, dem bi dem baran û ji danê nîvro pê va cî bi cî tavî wê çêbe.
Li 5 bajaran di germa hewayê da guhertineke mezin nayên payîn. Li gor texmînê ji aliyê başûr va bager wê rabe, cî bi cî wê gur bibe. Bagera ku piştî nîvro tê payîn jî wê ji aliyê başûr va vegerîne bahozê.
Ji ber ku bager wê ji bi şev pê va vegerîne bahozê, dibe ku çatî bifirin, di çûyîn û hatinê da tengasî derkevin, dar bikevin û ji xaza siruştî û dûyê sobê jehrîketin çêbe. Welatî ji bo van yekan hatin hişyarkirin ku tevdîrên xwe hildin.