16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
CENEVRE
Komisyona Lêkolînên Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku DAEŞa rêxistina terorê li Sûriyeyê li dijî êzdiyan qetlîam kiriye û ev jî sûcê şer e.
Rapora komisyonê ya ku tê da qala sûcên DAEŞê yên ku li dijî êzdiyan hatine kirin cî digirin, hat weşandin.
Rapor piştî ku bi kesên ji DAEŞê revîne û di nav da alim, personelên tenduristiyê, parêzer, aktîvîst û rojanmevan hene ra hatiye axaftin, hat amadekirin û di raporê da tê gotin ku DAEŞê li dijî êzdiyan qetlîam kiriye.
Serokê Komisyonê Paulo Sergio Pinheiro li Ofîsa Cenevreyê ya NYê civîna çapemeniyê çêkir û wiha got: "DAEŞ qetlîamê dike û hê jî dike. Jin, mêr û zarokên êzdî yên di destê DAEŞê da êşkenceyên mezin dîtin."
Pinheiroyê diyar kir ku hê jî 3 hezar û 200 jin û keçên êzdî di destê DAEŞê da ne û wiha got: "2 sal ji ser êrîşa ku DAEŞê bir ser Şingalê da derbas bû û hê jî ji bo kesên dîl û êsîr bên rizgarkirin tiştek nehatiye kirin. Em bang dikin ku civaka navneteweyî di vî warî da tiştekî bike."
Pinheiro bang li Konseya Ewlehiyê ya NYê kir ku bila qetlîma DAEŞê ya li ser êzdiyan qebûl bike û ji bo rizgarkirina êzdiyan hewl bide û wiha dewam kir: "Divê ev sûcê mirovahiyê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jî were darizandin."
Di raporê da tê diyarkirin ku malbatên êzdiyên dîl û êsîr ji bo ji DAEŞê rizgar bikin di navbera 10 hezar û 40 hezar dolarî da pere didin û merivên xwe rizgar dikin.