16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Der barê êrîşa Veznecîlerê ya li Stenbolê de, 2 kes li Erxeniya navçeya Diyarbekirê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê êrîşa terorê ya ku di 7ê hezîranê de li Veznecîlera navçeya Fatîhê çêbû de lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser lêpirsînê li Erxeniya navçeya Diyarbekirê di hin avahiyan de operasyon hatin kirin.
Di operasyonê de endamên Meclisa Şaredariyê ya ku DBPyî ye M.N.P. û A.S.B. hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ew ê ji bo jêpirsînê şikbaran bişînin Stenbolê.