16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
MUŞ
Rêbeja Mûş-Pasûr-Diyarbekirê, ji bo rêlibergirtina bûyerên terorê ji çûnûhatinê ra hat girtin.
Waliyê Mûşê Seddar Yavûz ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand, rêbeja Mûş-Pasûr-Diyarbekirê bi hinceta ewlekariyê ji çûnûhatinê ra hat girtin. Rê heta emrekî duyemîn wê girtî be. Yavûz ragihand ku wan ji ber hin sedeman rê girtin.
Yavûz destnîşan kir ku wan ji bo ewlekariya welatiyan her cure tewdîrên ewlehiyê hildan û wiha dewam kir:
"Hefteya borî wesayiteke bombebarkirî hat Mûşê, em nizanin ku ew wesayit ji ku derê û di kîjan rêyê da hat. Wesayitê hinek kesan têne desteserkirin û yên hinan têne dizîn û bi van wesayitan li cihên cuda cuda yên welêt êrîşên terorê tên lidarxistin. Ji ber vê yekê me bi Walîtiya Diyarbekirê ra têkilî danî û me biryar da ku ji bo demeke rê ji çûnûhatinê ra bên girtin. Heke ev rê neyên girtin dibe ku bûyerên mezin çêbin lewra derûdora van rêyan çiya û daristan in û li hin cihan xalên kontrolê tune ne. Ne mumkun e em li her 100 mêtroyî 24 saetan kontrolê bikin, lê çavên me her dem li ser Şenyaylayê ye."
Ji ber bûyerên terorê, di 8ê hezîranê da rêbeja Mûş-Pasûr-Diyarbekirê qismî ji çûnûhatinê ra hatibû girtin.