16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar: "Hêzên Çekdar ên Tirkan do jî îro jî wezîfeya xwe di çarçoveya zagon û berpirsiyariya xwe da bi baldarî û hesasî bi cî tîne û wê her dem wezîfeya xwe bi cî bîne."
Orgeneral Akar ji bo xazî û malbatên wan li Mala Artêşê ya Gaziyê fetarê da.
Orgeneral Akar beriya fetarê xitabî mêvanan kir û wiha got: "Hêzên Çekdar ên Tirkan do jî îro jî wezîfeya xwe di çarçoveya zagon û berpirsiyariya xwe da bi baldarî û hesasî bi cî tîne û wê her dem wezîfeya xwe bi cî bîne. Li gor baweriya min tevî serbaz, astsubay, pispor, qoricî û polêsên me ti teror û terorîst tuneye ku em ji heqê wan derdikevin."
Fermandarê Hêzê Bejayî Orgeneral Salih Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Abidîn Unal û serbaz û amîralên ku di Garnîzona Enqereyê dixebitin beşdarî fetarê bûn.