16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Zubeyîr Ceylanê rêvebirê beldeyê yê HDPyê pêlî cismekî kir û ji ber cismê ku teqiya bi giranî birîndar bû.
Li gor agahiyan Ceylanê (58) rêvebirê beldeya Buyukçiftlikê ya HDPyê dema li nav çayiran da dimeşiya pêlî cismekî kir û cisim teqiya.
Hat diyarkirin ku Ceylan ji ber teqînê giran birîndar bû û wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.
Li gor agahiyan lêkolînên der barê bûyerê da dewam dikin û li gor texmîn û îhtimalan dibe ku endamên PKKya rêxistina terorê cismê ku teqiya danîbûn herêmê.
Lêpirsîna der heqê bûyerê da dewam dike.