Önder Beyter
12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ANKARA
Personelê AFADê yê ku wê beşdarî xebatên rakirina kavilê balafira taybet a Tirk ku li Îranê ket xwarê bibe, wê bi balafireke Fermandariya Hêzên Esmanî va werin veguhestin.
Sererkaniyê der heqê balafira taybet a Tirk ku duh li Îranê ket xwarê da daxuyanî da. Di daxuyaniyê da wiha hat ragihandin: "Ji bo veguhestina personelê AFADê yê ku wê beşdarî xebatên rakirina kavilê balafira taybet a Tirk ku li Îranê di 11ê Adara 2018an da ket xwarê bibe, balafireke Fermandariya Hêzên Esmanî hatiye peywirdarkirin."