Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat ragihandin ku hemû nûçeyên der heqê "TSKyê bi PYD/PKKyê re hevkarî kir" de derdikevin derew in. Sererkaniyê di daxuyaniyê de wiha got: "Hêzên Çekdar ên Tirkan ev 31 sale ku li dijî rêxistina terorê ku dixwaze pergala hiqûqî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê biguherîne şerê çekdar dike. Em wan kes û organên weşanê yên ku der heqê Hêzên Çekdar ên Tirkan ên ji bo vê yekê bi hezaran şehîd dane yên bişeref, biheysîyet û rêzdar de agahiyên wiha belav dikin, li ber gelê Tirk şermezar dikin."
Daxuyanî li ser malpera Sererkaniyê hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nûçeyên wekî "TSKyê bi PYD/PKKyê re hevkarî kir" derdikevin. Ev nûçe rast nînin.
Di daxuyaniyê de ev îfade cih girtin: "Hin weşanên çapemêniyê li ser axaftina serokê terorîstan a der heqê 'Rihê Eşmeyê' wek binyad nîşan didin û der heqê guhertina cihê Qereqola Rêzê ya Şah Silêyman de dibêjin 'TSKyê bi PYD/PKKyê re hevkarî kir.' Nûçeyên ku li ser vê mijarê tên weşandin derew in. Hêzên Çekdar ên Tirkan ev 31 sale ku li dijî rêxistina terorê ku dixwaze pergala hiqûqî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê biguherîne şerê çekdar dike. Em wan kes û organên weşanê yên ku der heqê Hêzên Çekdar ên Tirkan ên ji bo vê yekê bi hezaran şehîd dane yên bişeref, biheysîyet û rêzdar de agahiyên wiha belav dikin, li ber gelê Tirk şermezar dikin.
Hêzên Çekdar ên Tirkan, wezîfeya xwe yên qanûnî bi cih tîne, li ser telîmatên hikûmet û gel tevdigere. Herwiha her dem li hemberî rêxistinên terorê ku gefan li Dewleta Komara Tirkiyeyê û gelê paye bilin ê Tirkan dixwun têdikoşe û têkoşîna wî berdewam dike. Hêzên Çekdar ên Tirkan dê tu caran nebe aktorkekî aloziyên siyaseta navxweyî. Her dem dê li gor rêgezên dewleta hiqûqî, civakî, laîk, demokratîk tevbigere. Em vê digel rêzên xwe radigihînin gelê Tirkan."