Hêzên Çekdar ên Tirk li Sînat-Heftanîna li bakurê Iraqê ji hewayê va êrîşî kozikên PKKyê kirin û di êrîşê da gelek şikeft, kon, qadên parastinê, lojîstîk û depoyên cebilxaneyê yên rêxistina terorê hatin belawelakirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê di 15ê îlonê da bi balafirên şer ên F-16 û F-4 2020an operasyon hat kirin.
Hat zanîn ku di operasyon û êrîşan da gelek şikeft, kon, qadên parastinê, lojîstîk û depoyên cebilxaneyê yên rêxistina terorê hatin belawelakirin û ji axaftinên bêtelê, çavkaniyên herêmê û wêneyên ji hewayê da hat tesbitkirin ku herî kêm 55-60 terorîst hatin kuştin.
Wek mayîn Mihafizên Sînor ên Iraqê ji ber ku nehiştin PKK mirî û birîndarên xwe derbas bike, endamên rêxistinê şiverê emilandin.
Terorîst li herêmê propagandayê dikin û ji gel ra dibêjin "TSK ji hewayê da êrîş dike, wê we hemûyan bikujin, gundê xwe biterikînin." Welatî jî bertekê nîşan didin û dibêjin "Heta niha di operasyonên TSKyê da kesî zirar nedîtiye."
Hat destnîşankirin ku di operasyonên li Tirkiyeyê da rêxistina terorê hewl dide ku gel serî rake û bi taybetî hewldanên rêxistinê yên li Gever, Cizîr û Sûra navçeya Diyarbekirê bi ser neketin û gel li dijî terorîstan piştgiriya dewletê kir.
- Peyama Karayilan a bi bêtelê da rewşa terorîstan eşkere dike
Wek mayîn di axaftinên bêtêlê da hat tesbitkirin ku terorîstek telîmat û nirxandinên yek ji serkêşên PKKya rêxistina terorê Murat Karayilan ji rêxistina terorê ra radigihîne.
Karayilan di peyama xwe da wiha dibeje "Me derbeyeke mezin xwar û zirareke mezin çêbû. Ev rewş li Cizîr û Geverê jî eynî ye. Piştgiriya gel zehf kêm bûye."
Di peyamê da tê diyarkirin ku rêxistina terorê derbeyeke mezin xwariye û wiha tê gotin: "Di lijneya da hat nirxandin ku bi destê kesên ku li herêmê bi ser neketin rewş wiha bû. Berpirsiyarên vê dê werin cezakirin. Şaxên me yên YDG/Hyê têk çûn. Em ê di çalakiyên di pêş da YDG/Hyê wekî şaxeke PKKyê nîşan nedin. Em ê bi rêya çapemeniyê eşkere bikin ku di nav YDG/Hyê da kadroyên çiyê tunene û 'YDG/H bi tena serê xwe ye û gotinên YDG/H û PKK eynî xelet e.' Em êdî li Qendîlê sitar nabin. Tevî kampên li derdorê em bi 600-700 kesî rewşê îdare dikin. Cebilxane û lojîstîka me hema bibêje tuneye. Di nav me da xayîn jî hene û gelek depo û cebilxaneyên me ku nedihatin zanîn ji hêla balafirên TCyê va hatin îmhekirin. Gelek zirar çêbû. Em mecbûr in ku bangî hêzên li Sûriyeyê bikin. Li çiyayê Tirkiyeyê jî şervanên me yên gihêştî tunene. Me li Dêrsimê derbeyeke mezin xwar."