ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê daxuyand ku îdiayên dibêjin, "li Iraqê 4 sûbayên tirk perwerdeyê didin endamên rêxistina terorê ya DÎŞIyê û ev sûbayên navborî li Felûceyê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatin binçavkirin" tu eleqeya wan bi rastiyê re tune."
Di daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê de hat bibîrxistin ku îro di hin dezgehên çapmeniyê de nûçeyên mîna, "li Iraqê 4 sûbayên tirk perwerdeyê didin endamên rêxistina terorê ya DÎŞIyê û ev sûbayên navborî li Felûceyê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatin binçavkirin" cih girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin îdiayên ku di nûçeyan de debas bûn ji binî ve bêbingeh in û tu eleqeya wan bi rastiyê re tune.