ANKARA
Di malpera Serokatiya Serkerkaniya Giştî de daxuyanîyek hat dayîn û hat diyarkirin ku ev daxuyanî ji bo "Mijarên der barê Hêzên Çekdar ên Tirk ên ku di çapemeniyê de cih digrin de" ye.
Serokatiya Sererkaniyê eşkere kir ku wek daxuyaniya 27ê çileyapêşîn a 2013an di vê daxuyaniyê de jî hat eşkere kirin ku, der barê hin xebatkarên TSKyê de lêpirsîn û doz henin. Ji ber ku ev dewlet dewleta hiquqê ye, der barê van dozan de nayê axaftin. Agahî bi tenê meqamên berpirsiyar re tên dayîn û li hêviya encama tê sekinandin. Ji ber vê jî di pêvajoyê de serî li xebateke dadî nehatiye kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca vê dozê ew e ku li ser îdiayên derketin holê lêkolîn bên kirin, rewş bê zelalkirin, wîcadana raya giştî bê rehetkirin, gel dîsa baweriya xwe ji dadê bîne, maf, hiqûq, şeref û rûmeta Hêzên Çekdar ên Tirk û xebatkarên wî bê parastin."
Her wiha hat gotin ku hefteya borî li Hatayê bûyerek pêk hat, lê tu eleqeya Serokatiya Serkerkaniya Giştî û vê bûyerê tune ye.