HAKKARİ
Li navçeya Yuksekovaya Hekkariyê ji ber ku ceyran tên birîn welatiyan bertek nîşan dan.
Welatî çûn ziyareta Midûrê Saziya Yuksekovayê yê Şirketa Hevparî ya Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) Erdem Kahraman û aciziyên xwe anîn ziman.
Welatiyan gotin ku ji ber birîna ceyranê ew aciziyan dikşînin û ji Kahraman re gotin ku bila pirsgirêk bê çareserkirin.
Kahraman gilî û gazinên welatiyan guhdar kir û wiha axivî: "Li taxên ku ceyran tune xebatên me dewam dikin. Taxên ku welatî behsa wan dikin ji bo ku pirsgirêk bê çarserkirin me talîmat da. Înşallah em dê di demeke kurt de pirsgirêkê çareser bikin."
Ji welatiyan Saîm Înce jî wiha got: "Qasî hefteyekî ye ku ceyrana me tune. Ji ber vê zarokên me li ber mûmê spartekên xwe çêdikin. Em dixwazin ku di demek kurte de ev pirsgirêk çarese bibe."