21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyê li dijî hedefên terorê li dar dixe, di pevçûnên li Babê da 4 leşker şehîd bûn, 10 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê da bi mebesta parastina sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, berdewam e.
Di çarçoveya operasyonê da li Bab û dewrûbera wê pevçûn derketin û di encamê da 4 leşkerên mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ku piştevaniya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) dikin, şehîd bûn, 10 leşker jî birîndar bûn.
Birîndar sewqî nexweşxaneyan kirin û tedawiyên wan dest pê kir, lê hat gotin ku rewşa leşkerên ku giran birîndar bûne talûke ye.
Ji aliyekî din va çavkaniyên leşkerî îdiayên ku "Terorîstên DEAŞî li herêmê êrîşî nexweşxaneya sehrayê ya TSKyê kiriye" derewand. Rayedaran destnîşan kir ku li El Babê nexweşxaneya sehrayê ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) tuneye.
Li navenda El Babê cihê ku terorîst lê dimînin û kirine depoya çek û cebilxaneyan û der û dora nexweşxaneya bajêr pevçûn dewam dikin. DEAŞ nexweşxaneya navborî baş diparêze, lewra devera ku nexweşxane lê ye cihekî bilind e. Li wê herêmê pevçûn dewam dikin.