13 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
CAKARTA
Li girava Sumatraya Endonezyayê bi mezinahiya 6,4an erdhej qewimî.
Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYAyê (USGS), diyar kir ku erdhej li nêzî bajarê Bengkûlûya dikeve aliyê başûrê girava Sumatrayê, 35 kîlometre di binê erdê de qewimî.
Saziya Meterorolojî, Jeofîzîk û Avhewaya Endonezyayê jî ragihand ku mezinahiya erdheja li herêmê qewimî 6,6 e û li gelek devera hatiye hîskirin.
Herwiha Saziya Meterorolojî, Jeofîzîk û Avhewaya Endonezyayê got ku piştî erdhejê talûkeya tsûnamiyê tune. Li gorî agahiyên ewil li herêmê kes nemiriye û zirar çênebûye.