13 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
KASTAMONU
Li Kastamonûyê otobêsa ku di rê de diçû ji ber sedemeke nediyar şewitî.
Otobêsa ji Stenbolê diçû Abanayê ya bi pileqeya 39 ET 002 ku nasnameya ajokar nediyar e, li xeçereya Dadaya navenda Kastamonuyê ji ber sêdemeke nediyar şewitî.
Ajokarê otobêsê û alîkarê wî lê hay bûn ku agir bi motora wesayitê ketiye. Hemî rêwî ji otobêsê peya kirin.
Li ser agahiya tîmên agirkujiyê yê şaredariya Kastamonûyê hatin cihê bûyerê. Agir di nav saetekê de hat vemirandin. Di şewatê de motora wesayîtê şewitî û xisareke mezin çêbû.
Ji rêwiyan Pakîza Adali ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku piştî bêhna şewatê hat, ajokar bang kir û got "ji otobêsê dakevin".
Adali got: "Piştî şewatê rêwiyan ji otobêsê valêzên xwe derxistin, çenteyeke min şewitî lê me gelek alavê xwe xelas kirin."