31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî rêxistina terorî PKK/KCKyê de 16 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan ekîbên şaxa tekoşîna dijî terorê yên Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr danê sibê li ser 20 navnîşanên navenda bajêr operasyon li dar xistin.
Di operasyonê da polêsên tekoşîna dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçitî, Asayîş,Tevgera Taybet û Narkotîk jî cih girtin. Nêzî 350 polês bêşdarî operasyonê bûn.
Di operasyonê de 7 jin bi tevahî 16 kesên ku li taxan çalakiyan organîze dikirin û bêşdarî kadroya çiya ya PKK/KCKyê bûn û vegeriyan, hatin girtin.
Polêsan piştî kontrola tenduristiyê ya li Saziya Tipa Dadî ya Edenê 16 kesan birin midûriyeta ewlehiyê.