Önder Beyter
02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
AGRI
Li Agiriyê mij û xumamê li ser trafîqê karîgeriyeke nerênî kir.
Li Bazîda navçeya Agiriyê ji ber mij û xumama ku danê êvarê tesîra xwe nîşan da, nexasim li tanga Bazîdê ya rêbejaya Agirî-Îranê û li rêya ku diçe Qesra Îshaq Paşa mesafeya dîtinê heya 20 metreyan berjêr bû.
Ajokarên ku ji ber mij û moranê bi zehmetî wesayît ajotin, li tesîsên hêsabûnê yên li navçeya Bazîdê rawestiyan ku tesîra mijê kêm bibe.
Ekîbên trafîqê jî ajokar hişyar kirin ku rêgezên trafîqê bînin cih û mesafeyê di navbera xwe da bihêlin.