İbrahim Atmaca
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê barana gur dîregên ceyranê wergerandin.
Li gor daxuyaniya DEDAŞê ji duh va barana gur dibare û ber bi serê sibê va şideta baranê gurtir bû. Li aliyê ku xebatên rê dewam dikirin, baranê ax şiqitand û axê 3 dîregên ceyranê wergerandin.
Piştî ku dîreg ketin ceyrana taxên Dîclekent, Mezopotamya, Medya û Huzurevleriyê ji serê sibê pê va çûn û piştî xebata ekîban di demeke kin da ceyrana taxan cardin hat berdan.