02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Ji ber operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê li navçeyên Licê û Hênê yên Diyarbekirê li 15 gund û 22 gomên li ser wan, qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku li navçeyê Licê û Hênêyê li ciyên çil û çiya û daristanê dê operasyon were lidarxistin ku terorîst û hevkarên wan bên berterefkirin, kozik, çeper, şikeft, stargeh û depoyên wan bên jinavbirin û herwiha alav û hacetên wan bên bidestxistin.
Hat ragihandin, ji bo ku di maweya operasyonê da zirar negihîje welatiyên sivîl û ji bo ewlehiya can û malê welatiyan di çarçoveya madeyên peywendîdar ên Qanûna Rêveberiya Parêzgehê da li gundên navçeya Hênêyê Kaledibi, Akçayurt, Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Uzunlar, Serenkoyê û gomên li ser gundan Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A.Turali, Gurbulakê û herwiha gundên navçeya Licêyê Şenlik, Birlik, Abali, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan û Durukoyê û gomên li ser gundan Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alikahya, Hacimusabey û Kutlamişê ji 2ê Berfanbara 2018an saet 06.00an pê va heya agahdariyeke din qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.