Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû li ser deweta Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî çû Iraqê û hin hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de li ser hevkarî û dostaniya her du dewletan hat axaftin.
Davûtoglû li ser daweta Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî ji bo du rojan çû Iraqê û dest bi hevdîtinan kir.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû pêşiyê li avahiya serokwezîrtiyê bi Serokwezîr Nûrî El-Malîkî re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî saetekê dom kir.
Davûtoglû paşê jî, bi Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Salih Mûtlak re hevdîtin kir.
Davûtoglû û Mûtlak piştî hevdîtina li avahiya serokwezîrtiyê bi hev re civîna çapemeniyê li dar xist.
Davûtoglû destnîşan kir ku di vê meha bimbarek a miherremê de ji ber ku serdana Iraqê kiriye gelekî kêfxweş e û diyar kir ku bi Serokwezîr Nûrî El-Malîkî û Wekîlê Serokkomar Hûdayr Hûzaî re hevdîtinên girîng kirine.
Davûtoglû bal kişand ku ev serdan ji bo têkiliyên her du deletan û ji bo têkiliyên herêmê gelek taybet û girîng e û wiha peyivî: "Îstiqrar û hizûra Iraqê wekî îstiqrar û hizûra Tirkiyeyê pîroz û girîng e. Di dîrokê de em bi hev re jiyane û em ê bi hev re jî bijîn."
- "Heyameke nû dest pê kir"
Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Salih Mûtlak jî diyar kir ku ji ber serdana Davûtoglû kêfxweş in û wiha axivî: "Ev ziyaret nîşan dide ku têkiliyên her du dewletan ji nû ve dest pê kiriye. Heyameke nû dest pê kir."
Mûtlak destnîşan kir ku dê her tim bîne bîra xwe ku Tirkiyeyê di sala 2003an de li himberî dagirkirina Iraqê sekinî û gelê tirk jî di wê demê de derketibûn qadê û piştgirî dabûn Iraqê.