ANKARA
Serokê Şaredariya Şîşliyê Mistefa Sarigul çû meqamê Kemal Kilcdaroglu û wî ziyaret kir. Sarigul û Kiliçdaroglu derbasî platforma ku li pêşiya CHPê hatibû li darxistin bûn û li wê derê silav dan partiyiyan.
Sarigul li vê derê ji bo partiyiyan axîvî û wiha got: "Hûn ji bo vê roja girîng û ji bo vê hevdîtina mezin ya demokratîk bi xêr hatin. We bi hatina xwe em kêfxweş kirin."
Sarigul meha Mûheremê jî pîroz kir û wiha dewam kir:"Remezan jî meha me ye mûharrem jî meha me ye. Kesên ku serê wan girtî ne jî xwîşkên me ne yên ku servekirîne jî xwîşkên me ne."
Di merasîmê de Kilicdaroglû jî axivî û wiha got: "Ez dixwazim ku hûn ji tiştekî bibawer bin, bi tenê yek armanceke me heye. Em berjewendiyên gel diparêzin û dixwazin dawî li seltenata heramxwaran bînin."