TBMM
Tezkereya Serokwezîrtiyê ya rê dide ku êrîşên muhtemel ên dibe ku komên terorîst ên li Iraq û Sûriyeyê yên li hember Tirkiyeyê berteraf bike, di Lijneya Giştî ya TBMMyê de hat qebûlkirin.
Piştî ku hevdîtinên der barê tezkereyê de temam bûn, parlementerên îqtidar û muxalafetê pêşnûmaya parlementerên CHPyê ya xwestin ku bila dengdayin bi rêbaza dengdayîna vekirî bê kirin qebûl kirin.
Pişt re bi cîhaza elektronîk bi awayekî vekirî deng hatin dayîn. 396 parlementer beşdarî dengdayînê bûn. Tezkereya Iraq û Sûriyeyê digel 98 dengên neyînî bi 298 dengên erênî hat qebûlkirin.