14 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
ANKARA
Nûçeyên ku dibêjin 'Serokwezîr Bînalî Yildirim gotiye ku di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de Erebistana Siûdî jî di nav wan welatên ku piştgiriya derbeyê kirine de heye" hat derewandin.
Çavkaniyên Serokwezîrtiyê der barê civîna Serokwezîr Yildirim a ku li Koşka Çankayayê bi nûnerên medyayê ve hatibû bal hev de agahî dan.
Çavkaniyan wiha daxuyand: "Birêz Serokwezîrê me dema bi rêvebirên weşana giştî ve civîn dikir ji wî pirsîn 'Dibêjin ji dervayî welêt piştgirî dane hewldana derbeyê, hûn der barê vê de çi dibêjin?' Piştî vê pirsê Serokwezîrê me axivî. Lê di hin nûçeyan de hat gotin ku Serokwezîr qaşo gotiye ku Erebistana Siûdî jî piştgirî daye derbeyê. Ev ne rast e. Erebistana Siûdî ya ku dostê me û birayê me ye li hember hewldana derbeyê piştgirî daye hikûmeta me û ev tevgera wê bi kêfxweşî hatiye pejirandin."