Türkan Tosun
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi CEO û rêvebirên fonan ên şirketên emrîkî re civiya.
Hevdîtina Erdogan û CEOyan li Salona Baloyê ya Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washingtonê ji çapemeniyê re girtî çêbû.
- Rihsipiyên li Emrîkayê pêşwazî kir
Serokomar Erdogan rihsipiyên li Emrîkayê pêşwazî kirin û hevdîtin li Rezîdansa Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washingtonê ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Dema Serokomar ji rezîdansê derket welatiyên Tirkiyê yên ji eyaletên cuda yên Emrîkayê hatin eleqeyeke mezin nîşanî Erdogan dan. Erdogan li ser eleqeyê çû bal welatiyan û bi wan re sohbet kir.