Muhammet Kurşun
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Cîgirê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serkomariyê Îbrahîm Kalin der barê hevdîtina Serkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Emrîkayê Donald Trump de got: "Gavên di warê aborî, ticarî û parastinê de bên avêtin hatin nirxandin. Di serî de PKK û DEAŞ mucadeleya li dijî rêxistinên terorî hatin guftûgokirin. Gavên li dijî FETO bên avêtin hatin xeberdan."
Kalin di daxuyaniya xwe de behsa hevdîtina Erdogan û Trump a li Koşka Spî kir.
Berdevkê Serkomariyê destnîşan kir ku ehemmiyeta têkiliyên Tirkiye û Emrîkayê yên stratejîk hatin dupatkirin û wiha dewam kir:
"Gavên di warê aborî, ticarî û parastinê de bên avêtin hatin nirxandin. Di serî de PKK û DEAŞ mucadeleya li dijî rêxistinên terorî hatin guftûgokirin. Gavên li dijî FETO bên avêtin hatin xeberdan. Di esnayê dîdaran de geşedanên li Sûriye û Iraqê bi awayekî berfireh hatin nirxandin."