16 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
BRUKSEL
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik diyar kir ku El Bab bi temamî hatiye dorpêçkirin û got: "Di hundir de herekateke ciddî ya paqijiyê tê kirin. Ji bo navenda Babê bi temamî ji unsûrên DEAŞê were paqijkirin fealiyeteke zêde heye. Artêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyê vî karî dikin."
Işik li Bruksela paytextê Belçîkayê ku ji bo beşdariya Civîna Wezîrên Bergiriyê ya NATOyê hatibû civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de daxuyaniyên giring dan.
- "Du karên sereke ji bo Tirkiyê hene. Yek ji wan Minbic a din jî Reqqa ye"
Işik destnîşan kir ku heta xelasbûna operasyona El Babê ew dixwazin ku unsûrên PYD-YPG ku berdewamiya PKKê ne li Sûriyê ji Minbicê derkevin û wiha got: "Em ji bo vê bi Emrîkayê re dixebitin. Me heta niha daxwaza xwe bidest nexistiye. Lê piştî operasyona El Babê karê sereke yê Tirkiyê dê ev be. Du karên sereke ji bo Tirkiyê hene. Yek ji wan Minbic a din jî Reqqa ye."
İşik diyar kir ku hebûna PKK/PYDê li Minbicê bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Ev ji bo ewlehiya nîştimanî ya Tirkiyê jî û îstiqrara herêmê jî tehdîdeke mezin e. Ji bo ku em vê yekê bi awayê herî asan û herî bilez pêkbînin xeyret dikin. Bêyî bibe sedemê aciziyekê em dixwazin vê armancê pêş de bibin. Ev xebat dê piştî El Babê berdewam bike."
- "Ji bo herêmê dê bibe felaket"
Wezîrê Bergiriyê ragihand ku Emrîka operasyona Reqqayê giring dibîne û Ingîltere, Fransa û hêzên koalîsyonê jî ehemmiyeteke zêde didin vê operasyonê. Herwiha got kirina vê operasyonê bi aktorên xelet re karê serekî yê Tirkiyê ye û wiha pê de çû: "Tirkiye di wê baweriyê de ye ku eger li hemberî rêxistineke terorî rêxistineke din a terorî were bikar anîn ev dê ji bo herêmê bibe felaket. Ev rûdaneke gelekî xeter e."
- "Em wek Tirkiyê amade ne her cure piştgiriyê bidin"
Işik got ewî ev ji wezîrên bergiriyê yên Emrîka, Ingîltere û Fransayê re jî bi eşkereyî gotiye û nirxandina xwe wiha kir:
"Eger hûn dixwazin operasyona Reqqayê vegere aştiyeke mayinde û hûn dixwazin îstiqrara herêmê mayinde be tiştê ku hûn bikin ne ew e ku operasyona Reqqayê teslîmî unsûrên PKK-PYDê bikin. Divê hûn bi unsûrên ji însanên wê herêmê pêkhatine bikin. Em wek Tirkiyê amade ne her cure piştgiriyê bidin. Emrîka jî dibêje em vê meselê bilez binirxînin."
- "Divê PYD ji xwe re herêmên ewle ava neke"
Işik anî ziman ku bi wezîrên Fransa û Ingîltere yên bergiriyê re jî der barê herêmên ji bo firînê qedexe û herêmên ewle de jî axivîne û got: "Di vê mijarê de nuqteya ku em ehemmiyetê didinê, divê li deverên di çarçoveya Mertalê Feratê de herêmên ewle pêkbên. Em bi tu awayî qebûl nakin ku ji vê rewşê îstifade bikin û li deverên PYD hewl dide hakimiyetê lê tesîs bike herêmên ewle ava bibin. Em bi tu awayî destûr nadin ku PYD ji xwe re herêmên ewle ava bike. Me ev ji wezîrên bergiriyê yên Fransa û Ingîltereyê re jî gotiye."
-"Nêrîna rêvebiriya Emrîkayê qetiyen ji ya Obama cudatir e"
Işik li ser helwesta rêvebiriya nû ya Emrîkayê der barê FETO de wiha axivî:
"Encamê ji hevdîtina Wezîrê Bergiriyê James Mattis ew e ku nêrîna rêvebiriya Emrîkayê qetiyen ji ya Obama cudatir e. Di vê mijarê de tînin ziman ku rêxistineke li dijî Tirkiyê hewla derbeyê daye ne rast e ku li Emrîkayê bimîne."
Herwiha Işik bal kişand ser wê yekê ku rêvebiriya Emrîkayê der barê PYDê de jî heman helwestê nîşan nade û got: "Me dît ku di wê mijarê de jî firehtir difikirin. Helbet helwesta wan ji vir û pê de jî dê li gor xebata hevpar diyar bibe."
Işik der heqê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de jî got ku wê Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu jî beşdar bibin û got: "Hêviya min ew e ku civînên sûdewer çêbin. Emê tezên Tirkiyê bînin ziman. Emê nêrîna dinyayê jî li wir baş bibînin."
- "Ne di wê nuqteyê de ne ku bibêjin 'Muheqeq emê vî îşî bi unsûrên PYDê re bikin"
Işik destnîşan kir ku dê hevdîtina bi Sererkanê Emrîkayê Dunford re girin be û wiha axivî:
"Dê bi Sererkanê me re hevdîtinê bike. Ev hevdîtin dê giring be. Der barê bihevrekirin an nekirina operasyona Reqqayê de nirxandinên giring bêne kirin. Loma jî piştî ku xebatên teknîkî bêne kirin dê biryar bê dayîn. Yanî ne di wê nuqteyê de ne ku bibêjin 'Muheqeq emê vî îşî bi unsûrên PYDê re bikin'. Loma dê hevdîtinên pêşerojê di biryara nîhayî ya Emrîkayê de bitesîr bin. Em wisa difikirin."
- "Hevdîtina bi Sererkanê Emrîkayê re dê giring be"
Li ser têkoşîna li dijî PKKê jî Işik got ku ev dê hevdîtineke gelekî muhîm be û dewam kir: "Wezîrê Bergiriyê yê Emrîkayê James Mattis, îfade kir ku ewê li dijî PKKê zêdetir destekê bidin Tirkiyê. Mattis ragihand ku ji hevalên xwe yên xebatê re wiha gotiye: 'Tirkiye nêzîkî 40 salî ye li dijî PKKê mucadeleyê dike û divê em di vê mijarê de zêdetir piştgiriyê bidin'. Ev jî ji aliyê Tirkiyê ve muhîm e."
Işik herwiha ragihand ku Mattis gotiye dê di Operasyona Mertalê Feratê de jî piştgiriya Tirkiyê bikin.