Wezîr Işik diyar kir ku hin personelên TUBÎTAKê ji wezîfê avêtin. Işik ji bilî vê ragihand ku Serokê Navenda Lêkolîna Marmarayê Murat Aydin jî ji wezîfeyê hildan.
Işik got: "Mixabin saziyeke ku rêxistina paralel tê de bi cih bû jî TUBÎTAK e. Em der heqê vê mijarê de bi baldarî dixebitin."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fîkrî Işik destnîşan kir ku li BÎLGEMê 5 kesên ku ez dizanim vê sibê destûr xwestin û têkiliya wan bi saziya wan re hat qutkirin.
Wezîr Işik got ku li ser têlefonên krîpto lêkolînek hat kirin û wiha dewam kir: "Em lêkolînê dikin ka kê ev têlefon guhdar kir û çawa guhdar kir?"
Işik wiha axivî: "Têlefona Birêz Serokwezîr hatiye guhdarkirin. Ev guhdarkirin jî di pêvajoya 17ê çileya pêşîn de ye."