Ferizat Kaya
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
ANTALYA
Li navçeya Doşemealtiya Antalyayê di malekê de teqîn çêbû. Di teqînê de du kes mirin. Hat ragihandin teqîn ne bûyera terorî ye.
Li gorî agahiyên nûçegihanê AAyê li taxa Çiplakliya girêdayî navçeya Doşemealtiyê li avahiya TOKIyê di qatê 3yan de teqîn çêbû. Welatiyên ku dengê teqînê bihîstîn bangî polêsan kirin. Piştî teqînê gelek polês û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Ekîbên girêdayî şaxa tekoşîna dijî terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Antalyayê li dora avahiyê tevdîrên ewlehiyê girtin û dest bi lêkolînê kirin. Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Celal Ûzûnkaya jî hat cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Der barê bûyerê da Ûzûnkaya daxuyanî da nûçegihanan û ragihand ku li cihê bûyerê du cenaze hene. Ûzûnkaya got: "Dibe ku tûp teqiyabe an tişteke dinê. Niha em lêkolînê dikin. Di teqînê da du kes mirin. Kesên mirin yek jin e yek jî mêr e. Lêkolînên me dewam dikin lê teqez teqîn ne bûyera terorî ye."
Hat ragihandin ku navê du kesên di teqînê da mirin Nûrcan û Mustafa ye.