Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em raxistina kevirên Sedsala Tirkiyeyê didomînin"

Serokomar Erdogan got ku "Em raxistina kevirên Sedsala Tirkiyeyê ya ku ne tenê li welatê xwe li temamiya erdnîgariya şaristaniya me dê aramî û îstiqrarê bîne didomînin."

Ekip  | 29.10.2025 - Rojanekırın : 30.10.2025
Serokomar Erdogan: "Em raxistina kevirên Sedsala Tirkiyeyê didomînin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em raxistina kevirên Sedsala Tirkiyeyê ya ku ne tenê li welatê xwe li temamiya erdnîgariya şaristaniya me dê aramî û îstiqrarê bîne didomînin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Bernameya Taybet a 29 Cotmehê da axivî.

Serokomar Erdogan got ku "Komara me ya ku 102 sal berî niha hat îlankirin bi prensîba 'Serdestî bê şert û merc ya gel e' coşîna îradeya neteweyî ye. " û axaftina xwe wiha domand:

"Wekî bi hezaran sal e heta ku gel bi mihebet hev hembêz bike tu mîhraqên navxweyî û dervayî yên ku bikarin pêşî li rêwîtiya pîroz a Tirkiyeyê bigire tune. Em raxistina kevirên Sedsala Tirkiyeyê ya ku ne tenê li welatê xwe li temamiya erdnîgariya şaristaniya me dê aramî û îstiqrarê bîne didomînin. Welatekî ku heta 20 sal berê ji sedî 80yê pîşesaziya wî ya parastinê girêdayî derva bû di encama hewldanên me da gihaştiyeke asteke wisa ku dikare bi dinyayê ra reqabetî bike."

Serokomar Erdogan got ku "Em biryardar in ku cehd, sebir, rastbîniyê Tirkiyeyekî tehdîda terorê bi temamî ji holê rabûye, her qeremêtroya wê aramî asta herî bilind da serdest e ava bikin."

Serokomar Erdogan eşkere kir ku Fotonûçegihanê AAyê Elî Jadallahê li Xezeyê peywir dike di qada wêneyan da ji bo Xelata Mezin a Huner û Çandê ya Serokomariyê layiq hat dîtin.

Serokomar Erdogan got "(Xelata Mezin a Huner û Çandê ya Serokomariyê) Em ê Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturkê teqdîmê Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.